Karaloglu, restorasyona li Sûrê seh kir
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên restorasyona li navçeya Sûrê berdewam e, venêrtin.
Karaloglu, xebatên restorasyona li ser Dêra Keldanî, Dêra Surp Gragos a Ermenan, Hemama Paşa û Mala Diyarbekir a Esma Ocakê ku ji ber aloziya sala 2016’ê wêran bûbûn, seh kirin.
Karaloglu serdana Muzeya Ahmed Arîf, mala Ziya Gokalp û Muzeya Çandê ya Cahît Sitki Taranci da, her weha li Çarsûya Binerdê ya Celal Guzelses a li ber Mizgefta Mezin bi esnafan re rûnişt.
Karaloglu, bal kişand ku li navçeya Sûrê mal û şûnwarên ji ber aloziyan wêran bûbûn xebateke gur li ser wan heye û got ku Diyarbekir şûngeheke giring e bo turîzma baweriyê, ew ê vî bajarî ji bin siya reş a raboriya wê derxin û wê bigihînin siberojeke ronak.
Karaloglu, weha axivî:
“Şûnwarên dîrokî yên li navçeya Sûrê têne îhyakirinê, avahiyên xizmetê tên nûkirinê. Piştî me ev xebat bi encam kirin dê Sûr gelekî xweşiktir be. Em ê bîrhatina wan zindî, nirxên wan ser ser û çavan bigirin; ciwanên xwe em ê bi van şûnewaran şa bikin.”
