Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu, sertîfîkayên 99 xozneberan danê

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, sertîfîkayên 99 xozneberên ku kursa Xozneberiya Bronz ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, bi serkeftî bi encam kirine, raberî wan kirin.

Serokatiya Xizmetên Ciwan û Sporê, bi mebesta kawdanên xeniqandinê kêm bibin û deriyekî debarê vebe Kursa Sertîfîkayên Xozneberiya Bronz li dar xist.

150 kesan serlêdana kursê kir, şandeyek ji Federasyona Sporên Binavê ya Tirkiyeyê serperiştî li kursê kir û 99 kesên serkeftî sertîfîkayên xwe wergirtin.

Merasîma sertîfîkadanê li Navenda Ciwan û Sporê ya Yenîşehrê hate lidarxistinû Walî Karaloglu di merasîmê de bi bîr xist ku yek ji erka herî sereke ya dewletê mîsogerkirina mafê jiyanê yê welatiyan e.

Karaloglu bal kişand ku van demên dawî li bajaran û sîteyan gelek melevangeh hene û got ku li her dera melevangeh hebe pêdivî bi xelaskaran jî heye.

Karaloglu, weha axivî:

“Mixabin bi havîna havînê re, bi taybetî di ciyên avdanê û çeman de gelek ciwanên me dikevin avê û tê de difetisin. Lewra çend kes vê perwerdeyê bigirin ewqas jî dê hejmara xendiqiyan kêm bibe.”

Xelaskarî karek e

Karaloglu diyar kir ku xelaskarî heman deme pîşeyek e û got ku bi taybetî li deverên turîzmê gelek pêdivî bi xelaskaran heye.

Karaloglu got ku bi vê xebatê wan deriyekî debarê jî bo ciwanên Diyarbekirê vekiriye û got ku kesên xwedî vê sertîfîkayê bin bi hêsantir dikarin kar bibînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan