Kuçeya Hunerê dibe cihê bernameyên hunerî
Şaredariya Bajarê Mezin, dê Roja Mûzîkê ya Cîhanê li Kuçeya Hunerê bi hin konser û bernameyên hunerî pêşwazî bike.
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku Kuçeya Hunerê ji sertapê bi rêkûpêk kir ji bo bernameyên çand û hunerî terxan kir û wek navendeke helkeftên çandî amade kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi boneya 21’ê Hezîranê Roja Mûzîkê ya Cîhanê di navbera saet 14.00 û 21.30’ê de dê hin bernameyên xweş bo welatiyan pêk bîne.
Bernameya li Kuçeya Hunerê bi bernameya govend, bando û kuartetê dest pê dike, di navbera 16.00 û 16.30’ê de Zîlan Tîgrîs, di navbera 16.45 û 17.15’ê de Koma Çelîna, 17.30 û 18.00’ê de Songul Yilmaz, 19.00 û 19.45’ê de Erdal Elaldi, 20.00 û 20.45’ê de Zahît Altintaş dê konserên xwe pêşkêş bikin. Bername dê bi konsêra stranbêjê naskirî Bedrî Ayselî bi dawî bibe.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, salwexta havînê heta havîn biqede dê li Kuçeya Hunerê gelek bernameyên çand û hunerî li dar bixe.
