Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kursa alîkarîya nexweş û pîrekalan

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo alîkariyê bi pîrekal û nexweşan re bikin kurseke bêpere vekir û perwerdeya vê kursê bi encam bû. Serokatiya Daîreya Xizmeta Malbat û Jinan, ji bo destek û alîkariya pîrekalan û nexweşan xebatên xwe didomîne. Bi vê mebestê Şaredariya Bajarê Mezin kursa perwerdeya venêrt

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo alîkariyê bi pîrekal û nexweşan re bikin kurseke bêpere vekir û perwerdeya vê kursê bi encam bû.

Serokatiya Daîreya Xizmeta Malbat û Jinan, ji bo destek û alîkariya pîrekalan û nexweşan xebatên xwe didomîne.

Bi vê mebestê Şaredariya Bajarê Mezin kursa perwerdeya venêrtina nexweş û pîrekalan li dar xist.

Di kursê de; mijarên taybetî û danasîna pîrekaliyê, rehabîlîte û pêdiviyên pîrekalan, venêrîna rojane ya pîrekalan, pêdiviyên nexweşan û rêgezên paqijiyê, unîteya nexweşan û pêkanînên der barê nivînên nexweşan de, dermankirina nexweşan û rêbazên parastinê û her wedî din hatin dîtin.

Kurs mehekê dewam kir, tê de agahiyên teorik û praktîk hatin dayîn û di encamê de sertîfîka bi îmzeya MEB ji 95 beşdaran re hate dayîn.

Kursîyerên xwedan sertîfîka dê karibin li nexweşxane, mala saxtîkirinê, mala pîrekalan, navendên rehabîlîtasyonê bixebitin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan