Kursên havînê bo zarokan
Şaredariya Bajarê Mezin li malên sexbêriya bi roj û krêşan ên bin banê xwe kursên havînê dide destpêkirin. Malên Sexbêrîyê û Krêşa Bagcilar, Mala Sexbêriya Bi Roj û Krêşa 450 Evler, yarîgeh û krêşên li Sumerparkê yên bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û yarîgeha li Sosyal Konutan kursên hav
Şaredariya Bajarê Mezin li malên sexbêriya bi roj û krêşan ên bin banê xwe kursên havînê dide destpêkirin.
Malên Sexbêrîyê û Krêşa Bagcilar, Mala Sexbêriya Bi Roj û Krêşa 450 Evler, yarîgeh û krêşên li Sumerparkê yên bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û yarîgeha li Sosyal Konutan kursên havînê dest pê dikin.
Bi taybetî zarokên ku malbatên wan destteng in ji van krêşan sûdê werdigirin û ew ê li navendê perwerdeyê bi branşên cur bi cur xwe bi pêş bixin.
Bi boneya kursên havînê zarok dê ji perwerdeya spor, wêne, şano, falklor, hunera ebrû, îngilîzî, muzîk û her wekî din sûdê werbigirin.
Malbat bi nasnameyên zarokên xwe dikarin biçin cihên têkildar û serlêdan û qeyda zarokên xwe çêkin.
