Kursiyerên DÎSMEK’ê li fuara ciwankariyê gerîyan
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kursiyerên ku di kursên bin banê wê de perwerde dibin geştek li “Fuara Kozmetîk û Ciwankarî ya Diyarbekirê” li dar xist.
Kursên DÎSMEK’ê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de bi mebesta piştgiriya li îstîhdamê û di hin waran de gihandina xebatkaran perwerdeya xwe didomîne.
Serokatiya Xizmetên Jinan û Malbatê û Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, kursiyerên ku beşdarî kursên kuafêrî û venihêrtina rû û çerm dibin li “Fuara Kozmetîk û Ciwankarî ya Diyarbekirê” gerandin.
Bi saya vê serdanê, kursiyeran bi pisporên ciwankariyê re hevdîtin pêk anîn û der barê wan agahî ji pisporên ciwankariyê wergirtin.
