Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li 17 navçeyan yarîgeh bo zarokan hatin çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan ji bo zarok demeke xweş lê derbas bikin li deverên cuda cuda yarîgehên zarokan cî bi cî kirin. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rûyê zarokan geş bike û zarok demeke xweş biborînin, haletên kevinbûyî yên yarîgehan hilanîn û yên nû li şûna wan dabîn k

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan ji bo zarok demeke xweş lê derbas bikin li deverên cuda cuda yarîgehên zarokan cî bi cî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rûyê zarokan geş bike û zarok demeke xweş biborînin, haletên kevinbûyî yên yarîgehan hilanîn û yên nû li şûna wan dabîn kirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi boneya vê xebatê li 17 navçeyan li deverên destnîşankirî hilûşank, texterewalî, hêlekan, ekipmana hilkişîna bi wêrîs û haletên dîtir ên pêwist monte kirin.

Di heman xebatê de her weha haletên fîtnessê jî hatin dabînkirin, ji 7 salî heta 70 salî welatî karin liv an haletan sporê bikin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di encama xebata li navçeyan dayî destpêkirin de li gelek gundan yarîgeh dabîn kirin, ev gund cara pêşîn e van haletan dibînin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok demeke şad derbas bikin çi ji destî têt texsîr nake û dê bi xebatên xwe yên dabînkirina yarîgehan bo zarokan berdewam be.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan