Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Akademî Zanîngehê gotûbêjek birêve çû

Şaredariya Bajarê Mezin û Platforma Zanista Siberojê bi hev re panelek bi navê “Di Dîroka Şaristanî û Zanistê de Ronakbîriya Îslamî” li dar xist. Şaredariya Bajarê Mezin, li maleke dîrokî ya Navçeya Sûrê Akademî Zanîngeh ji bo xwendekarên zanîngehê li bernameyên zanist, çand û huner, muzîk, ramyarî

Şaredariya Bajarê Mezin û Platforma Zanista Siberojê bi hev re panelek bi navê “Di Dîroka Şaristanî û Zanistê de Ronakbîriya Îslamî” li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, li maleke dîrokî ya Navçeya Sûrê Akademî Zanîngeh ji bo xwendekarên zanîngehê li bernameyên zanist, çand û huner, muzîk, ramyarî û wêjeyî li dar bixin, xiste ber xizmetê û bernameyên vir berdewam dikin.

Akademî Zanîngeh di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de xebatên xwe didomîne, li vê saziyê bi beşdariya Prof. Dr. Talip Alp, Asistan Prof. Dr. Muhammed İkbal Alp panelek bi navê “Di Dîroka Şaristanî û Zanistê de Ronakbîriya Îslamî” hate lidarxistin.

Prod. Dr. Alp, di panelê de bal kişand ser mijarê bawerî û şêwaza jiyana mirovan û behsa giringiya wan kir.

Alp, bal kişand ser giringiya zanîna dîrokê û got, qenc ew e ku li Cografyaya Îslamê her kes bi biratî û aram bi hev re jiyana xwe bidomîne.

Di dawiya panelê de Alp, pirsên beşdaran bersivandin.

Di bernameyê de Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Omer Bugday, Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk, mamoste û xwendekar amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan