Li Amedê beriya zivistanê xebata paqijiyê ya berfireh
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya amadekariyên zivistanê de li 17 navçeyan dest bi xebateke paqijiyê ya berfireh kir ku hemû navçeyan vedihewîne. Di xebatan de ku li TOKÎya Habeşî bi 14 wesayît û 40 xebatkarî ve tên meşandin qadên hevpar tên paqijkirin, her wiha li seranserê bajêr xebatên paqijiya giştî, şuştin, paqijkirina toraqên baranê û nava rogaran didomin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya zivistanê li seranserê bajêr xebatên paqijiyê yên berfireh dimeşîne. Bi xebatên ku 17 navçeyan, bi taybetî jî TOKÎya Habeşî vedihewînin, tê armanckirin ku qadên jiyanê bibin xwediyê rewşeke paqijtir û tenduristir. Di çarçoveya xebatan de ku bi çar şaredariyên navçeyan ên li nava bajêr re bi hev re tên meşandin, ji bilî paqijiya giştî û şuştinê, toraqên baranê û nava rogaran jî tên paqijkirin.
Li TOKÎya Habeşî xebat bi 14 wesayît û 40 xebatkarî hate kirin
Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, li TOKÎya Habeşî bi 14 wesayît û 40 xebatkarî xebata paqijiyê pêk anîn. Tîman; çopên ku li ser kolanên sereke, peyarê navberên rê (refûj), cade, ber deriyên avaniyan û zeviyên vala hatibûn avêtin, kom kirin. Bexçeyê Dibistana Seretayî û Navîn a Emlak Katilimê jî di çarçoveya xebatê de hat paqijkirin.
‘Me dest li hemû qadên TOKÎyê xist’
Midûrê Şaxa Bermahiyên Sernerm ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê Mehmet Baran derbarê xebatan de agahî dan û diyar kir ku di çarçoveya amadekariyên zivistanê de wan xebatên paqijiyê ji TOKÎ ve dest pê kirine û got: "Em bi 14 wesayîtan ketin TOKÎyê, me dest li hemû qadên TOKÎyê xist."
Baran da zanîn ku wan li nava bajêr bi çar şaredariyên navçeyan re dest bi paqijkirina rogaran kiriye û diyar kir ku ew armanc dikin ku li gorî daxwazên paqijî û şuştinê yên ji navçeyan tên, xebatên paqijiya giştî bidomînin.
Baran anî ziman ku li ser gilî û gazindên ji TOKÎyê hatine wan li herêmê xebateke paqijiyê ya berfireh meşandiye û diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi rêveberiya TOKÎyê re yên derbarê vê mijarê de dewam dikin.
Banga hestiyariyê ji bo welatiyan li ser mijara paqjiyê
Baran bal kişand ser girîngiya hestiyariya welatiyan a li gel xebatên paqijiyê û banga ew yek kir ku demên komkirina çopê bên şopandin û çop neyên avêtin erdê.
Wesayîtên hîdrostatîk ên nû di nava kar de ne
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di xebatên paqijiya bajêr de werin bikaranîn, 4 alavên wesayîtên hîdrostatîk ên nû ku ji bo paqijiya li kêleka peykeran û ser peykeran in, xist nava fîloya xwe.
Wesayîtên ku dan destê şaredariyên navçeyan, dê li kolanên sereke yên herî qelebalix ji saet 06:00ê sibehê ve heta derengiya êvarê çalakiyên paqijiyê yên bi rêkûpêk bimeşînin. Ji bo wesayîtên ku dê bi taybetî ji bo komkirinaizmariqên cixaran, toz, şûşeyên plastîk ên piçûk û bermahiyên bi vî rengî yên li ser peykeran hatine avêtin werin bikaranîn, 4 personelên jin hatin peywirdarkirin.
