Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê dê Remezan têrûtijî derbas bibe

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî rojîya xwe ya Remezanê li malên xwe bi aramî û dilxweşî derbas bikin hin bernameyên online amade kirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, her meh hin rêze bernameyên çand û hunerî pêk tîne; ev bername ji gotûbêj, şano, sohbet, pêşangehan pêk tên, niha ji bo meha rojî Remezanê jî bi dirûşma “Me niyet bi Remezanê anî” bernameyeke taybet a têrûtijî amade kir.

Di bernameyê de lîstika Hacîvat û Karagoz heye û mebest jê ew e ku bîner demeke xweş derbas bikin.

Bernameya “Hevalên Pêxemberê Me” di tevahiya meha Remezanê de her roj saet 12:00 dê bi şopîneran re be.

Bernameya “Dersên Huzûrê” bi mijarên xwe û beşdarên xwe cur bi cur dê zîhna welatîyan der barê îslamê de ronî bike.

Ji bo Şeva Qedrê û hefteya Mewlûdê bernameyeke taybet heye

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi boneya Hefteya Şeva Qedrê û Mewlûda Pêxember dê bernameyên taybet pêk bîne.

Her weha bernameyeke taybet bi navê Keleka Rojîyê ji bo zarokên 6-10 salî tê lidarxistin. Li Diyarbekirê gava zarok rojiya xwe ya ewil digirin ji aliye malbatê ve tên xelatkirin, mebesta vê bernameyê jî geşkirina vê edetê ye.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên rojî Remezanê de dê pêşangeha wêneyan a bi navê “Baweriya îslamê” û Noqta” li dar bixe.

Hunerhezên bajarê Diyarbekirê ji bo temaşekirina pêşangeha “Baweriya îslamê” rojên 13-26’ê nîsanê û ji bo “Noqta” jî 27 Nîsan û 12’ê Gulanê dikarin ser malpera www.diyarbakirsergi.com temaşe bikin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî bernameya rojî Remezanê ji bo qesîde û muzîka tesawifê jî terxan kiriye, dê 17 konseran bide.

Şaredariya Bajarê Mezin, di nava bernameya Remezanê de bi lîstikên şanoyê “Sifreya Ziyaretê” û “Agahîya Herî Mezin” dê dile şanohezan geş bike.

Ji ber rewşa pandemiyê ji bilî bernameya “Keleka Rojiyê” hemû bername dê li ser malperên fermî yên Şaredariya Bajarê Mezin di kanala YouTube, Instagram, Twitter û Facebbok bêne weşandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan