Li Diyarbekirê Hezîran pir rengîn e
Şaredariya Bajarê Mezin, helkeftên bi dirûşma “Tembûra Min, Gotina Min, (ser) Herdu Çavên Min..” li dar dixe, meha Hezîranê dê têrtijî bername derbas bibe.
Serokatiya Beşa Karûbarên Çand û Civakê, bernameya meha Hezîranê ya çand û hunerê ku xudan naverokeke têrtijî ye aşkere kir.
Bername li gorî her temenî ji 7 heta 70 salî hatiye amadekirin û di naveroka wan de gotûbêj, sohbet, çîrok, dîwanên helbestan, dîwanên dengbêjan, pêşbirk, konser û pêşangeh hene.
Pêşandanên kûklayê û xwendina çîrokan hem kêfa zarokan tîne hem jî wan agahdar dike. Pêşbirkên “Ez Kî Me” û Ez Li Ku Me” gelek eleqeyeke baş dîtin, div an pêşbirkan de der barê nirxên bajêr de pirsyar têne kirin. Ji bo serkeftiyên pêşbirkê xelatên cur bi cur hene.
