Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê konsera “Stranbêjan” li dar ket

Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin konsera ‘Stranbêjan’ li dar xist û beşdaran demeke xweş pê re derbas kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de konserên bêpere ji bo stranhezan li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, meha sibatê konsera ‘Stranbêjan’ ya yekê li dar xistibû, konsera duyan jî niha li dar xist.

Konser li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çû û welatiyan beşdariyeke germ tê de kir.

Bedrî Ayselî wek mêvanê rûmetê beşdarî şeva stranbêjên Diyarbekirî bû û di konserê de 16 stranbêjan stranên xwe gotin.

Mamosteya Muzîkê Eîf Tunç wek stranbêj beşdarî konserê bû û diyar kir ku bernameyên hunerî reng daye bajêr.

Tunç weha axivî, “Min gelek kêf ji konserê wergirt, gelek baş bû. Dema stranan dilê min zîz bû. Ji ber ez beşdarî konsereke weha bûme ez gelekî dilxweş im.”

Xwendekarê muzîkê Alî Cîn ê hatî pêş konserê diyar kir ku ew ji nêzik ve bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin teqîp dike û got, “Bernameyeke gelek xweş bû, pir kêfa me pê hat. Em dixwazin bernameyên weha bidomin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan