Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê paqijiya cejnê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Remezanê bulvar, cade, kuçe û kolan, peyarêkên navenda bajêr bi ava bi şid şûştin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, 17 rojên karantînayê dagerand fersendê, zend û bendên xwe şidandin û berî Cejna Remezanê li ser bulvar, rêbar, kuçe û kolanên bajêr xebata şûştinê da destpêkirin.

Ekîbên Şaredariyê, cadeyên Gewran, Ekinciler û Rizvanaxa yên Yenîşehrê û cadeyên Gazî û Melikahmet ên li Sûrê tevî peyarêkên wan piştî ku bi ava bi kef paqij kirin paşê bi ava şid lê reşand û şûştin.

Karmendên şaredariyê gend û gilêşê bêserober avêtine derve vêk dan û bi 4 tankerên şûştinê, 2 amûrên maliştinê, 2 amûrên şidandinê û 10 amûrên paqijkirina peyarêkan xebat meşand.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan