Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê perwerdeya 'parastina kelepora tarîxî' birêve diçe

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya Weqfa ÇEKUL û Yekitiya Bajarên Dîrokî di navberra 23-27ê gulanê de perwerdeya parastina kelepora tarîxî li dar dixe. Bernameya perwerdeyê li Salona Civînan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin birêve diçe û nûnerên 7 şaredariyên endamê Yekitiya Bajarên Dîrokî

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya Weqfa ÇEKUL û Yekitiya Bajarên Dîrokî di navberra 23-27ê gulanê de perwerdeya parastina kelepora tarîxî li dar dixe.

Bernameya perwerdeyê li Salona Civînan a Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin birêve diçe û nûnerên 7 şaredariyên endamê Yekitiya Bajarên Dîrokî tê de cî digirin. Şaredariyên endam Şaredariya Diyarbekir, Mêrdîn, Erzirom, Dîlok, Meletî, Mereş û Nisêbînê ne.

Di bernameyê de di navbera 23-24ê gulanê dê mijarên mîna, “Teknîkên destwerdanê li gorî avahiyan”, 26-27ê gulanê “lêçûn û lêhatina berhemên kevin” û “xebatên restorekirinê ku Şaredariya Bajarê Mezin dimeşîne” dê ji aliyê pisporan ve bêne axaftin.

Di çarçoveya bernameyê de bajarê Diyarbekirê wek nimûne hatiye hilbijartin lewra bi bernameyeke geşt û guzarê dê qadên restorasyonê bêne dîtin û çavdêrkirin.

Di bernameyê de ligel xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatklarên saziyên têkildar û fîrmayên taybet jî beşdar bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan