Li Diyarbekirê rahênana şewat û zelzeleyan hate kirin
Serokatiya Daîreya Îtfaiya Şaredariya Bajarê Mezin û AFADê, ji bo xebatkarên kargehên OSBê perwerdeya şewat û erdhejê pêk anî û paşê rahênanek bi encam da. Piştî ku hezîrana 2022ê li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya Diyarbekirê şewat derket û zirareke mezin bi xwe re anî, Îtfaiyeya Diyarbekirê zend
Serokatiya Daîreya Îtfaiya Şaredariya Bajarê Mezin û AFADê, ji bo xebatkarên kargehên OSBê perwerdeya şewat û erdhejê pêk anî û paşê rahênanek bi encam da.
Piştî ku hezîrana 2022ê li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya Diyarbekirê şewat derket û zirareke mezin bi xwe re anî, Îtfaiyeya Diyarbekirê zend û bend badan û der barê zelzele û agirpêketinên pêkan de perwerdeya teori û praktîk da destpêkirin.
Bi vê boneya Serokatiya Daîreya Îtfaiye û AFADê ji bo xebatkarên li kargehên di OSBya 3yem de dixebitin perwerdeya erdhej û şewatê pêk anî û paşê rahênanek kir.
Di perwerdeyê de perwerdekaran sedemên şewatpêketinê, tevdîrên ji bo bergiriya pêneketina agirî, bizavên berî û piştî şewateke muhtemel vegotin, ka çawa agahîya şewatê tê dayîn û di avahiyên şewatî de ka divê çawa hereket bikin vegotin.
Paşê wezîfedarên AFADê der barê erdhejan de agahî dan û diyar kirin ka dema afatan divê mirov çawa tevbigere.
Piştî agahiyan teorik ji bo beşdaran û xebatkaran rahênaneke zelzele û şewatê hate kirinê.
Serokê Desteya Rêveber ê Optîksanê Bulent Yazicioglu, der barê perwerde û rahênan de û tevdîrên beramberî rûdanên pêkan û qezayan de agahî dan.
