Li Gêlê ji bo gundê Heydena Jorîn kanalizasyon tê çêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo gundê Heydana Jorîn a bi ser navçeya Gêlê kanalîzasyonê çêdike, xebatan dest pê kir.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ bi ser talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, dest bi çêkirina kanalizasyona gundê Heydana Jorîn ya bi ser Gêlê kir.
Lêçûna projeyê 1,2 milyon lîre ye
DÎSKÎ, di ber projeya kanalizasyona Heydana Jorîn de 1 milyon û 200 hezar lîre serf dike, dê 4 hezar û 944 metre kanalîzasyonê deyne, 1000 metre girêdana parsele, fosetîkeka bo 1000 kesî bikole û 90 bixêriyan lê ava bike.
Qeymaqamê Gêlê Îdrîs Arslan û Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, bi şêniyên gundê Heydana Jorîn re hevdîtinek pêk anî û çavdêriya xebatê kirin.
Xelkê gundî, ji ber vê xizmetguziyê spasiya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu û kesên ked daye xebatê kir.
