Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Gêlê kelekvaniya bi petrolê hat rawestandin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), di çarçoveya “Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de dawî li kelekguhêziya bi sotemeniya fosîlî anî. DÎSKÎ, di çarçoveya ““Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de bi akademîsyenên di warê xwe de pispor

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), di çarçoveya “Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de dawî li kelekguhêziya bi sotemeniya fosîlî anî.

DÎSKÎ, di çarçoveya ““Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de bi akademîsyenên di warê xwe de pispor projeyek li wê qadê meşand.

Bi vê mebestê DÎSKÎ, ji bo rêlibergirtina risk û qirêjiya li gola bendava Dîjleyê dawî li kelekguhêziya bi ardûyê petrolê anî.

Li gorî biryara 1ê Nîsanê Serokatiya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Gêlê, Gerînendetiya Asayîşa Bajêr kelekên ku ardûyê fosil bi kar tînin mohr kirin û karûbarê wan rawestand.

Der barê 9 kelekên ku biryar pêşêl kirin û mohr şikandin jî ceza hate birîn.

DÎSKÎ, ji bo karûbarên kelekvaniyê bi enerjiya hêşîn (tav û elektrîkê) bête meşandin xebatên xwe didomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan