Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li goristanan paqijiya cejnê hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Remezanê li goristanên navenda bajêr xebata paqijî û çaksaziyê meşand.

Serokatiya Beşa Karûbarên Tenduristiyê û Serokatiya Beşa Parastin û Kontrola Jîngehê, xebata çaksazî û paqijiyê li Goristana Yenîkoy, Şehîtlik, Deriyê Mêrdînê, Çiftehawuzan, Alîparê û Goristana Qedîm a Suryanîyan da destpêkirin.

Ekîban, gend û gilêşên ser goristanan berhev kirin, ji gil û giya pak kirin û rêbar tev şûştin. Dijî kêzik û giyayê pûşik derman reşandin.

Peyarêkan şîn dikin

Li Goristana Yenîkoyê di qada rêya definkirinê ya nû de xebata danîna peyarêkê dewam dike, kevirên kevinbûyî yên peyarêkê bi yên nû tên guhastin.

Ava kaniyên ser goristanê tê girêdan û ji bok anî xirab nebin û israf nebe ekîbên şaredariyê her tim çavdêriyê li deverê dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan