Li Henê xebatên ser avê berdewam in
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), lez dan xebatên xwe yên çêkirina Dezgehê Parzinandina Avê ya li navçeya Henê. Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi mebesta parastina serçaviyên ava binerdê û sererdê dzegehên parzinandinê çêdike. Dezgehê parzinandinê li ser 1
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), lez dan xebatên xwe yên çêkirina Dezgehê Parzinandina Avê ya li navçeya Henê.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi mebesta parastina serçaviyên ava binerdê û sererdê dzegehên parzinandinê çêdike.
Dezgehê parzinandinê li ser 10 hezar metrekareyê têt çêkirin û di vî dezgehî de jûra bypass, zuhakirina heriğe, jûra blower, hewza tebiqandinê, hewza aerobîk, jûra jeneratorê û avahiya kargêriyê hene.
Ekîban, xeta kolektora sereke ku 1183 ya dezgehê temam kir û xebatên li ser zuhakirina heriyê, jûra blower, hewza tebiqandinê û hewza aerobîk dewam dike.
Ji bilî xebatên avakirinê ekip, demeke nêzîk dê dest bi xebatên elektrîk û mekanik ên dezgehî bike.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, çû cihê xebatê, xebat saxtî kirin û got ku ev xebat ji bo navçeya Henê xebateke gelekî giring e.
Tutşî, bal kişand ser giringiya berterefkirina ava beravê û got ku bi çêkirina dzegehên parzinandinê ew serçaviyên ava binerdê û sererdê ya gund û navçeyan diparêzin.
Tutşî bi bîr xist ku Dezgehê Parzinandina Avê ya navçeya Bismilê bi dawî hatiye û gihîştiye qonaxa testan û got, wan dil heye heta dawiya salê dezgehê li navçeya Henê jî biqedînin û bixin ber xizmeta şêniyan.
