Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Hezro, Baxçeyê Milet tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Hezroyê li ser 32 hezar metrekareyê Baxçeyê Milet çêdike. Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan seyrangehan çêdike ku ji her temenî jin û zarok, pîr û kal her temen karibe jê sûdê werbigire. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li taxa Bahçe ya Hezroyê li ser 32 hez

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Hezroyê li ser 32 hezar metrekareyê Baxçeyê Milet çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan seyrangehan çêdike ku ji her temenî jin û zarok, pîr û kal her temen karibe jê sûdê werbigire.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li taxa Bahçe ya Hezroyê li ser 32 hezar metrekareyê Baxçeyê Milet ava dike û tê de ji 7 celeban 469 dar, ji 3 celeban 1373 devî û dirext danîn û 19 hezar metrekare mêrg çand.

Li Baxçeyê Milet, 7 textebendên seyranê yên bi ban û 7 yên bê ban, 7 kamelya, 24 banka rûniştinê, 2 kaniyên avê û selikên gelaşan hatin danîn û stûnên ronîkirina elektrîkê jî hatin daçikilandin.

Ekîbên Şaredariyê, li Baxçeyê Milet, ji bo xelk karibe spora xwe bike rêyên peyasekirinê çêdike, amûrên fîtnessê datîne û yarîgehên zarokan çêdike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan