Li Navenda Jiyana Çalak dersa Quranê
Astengdarên li Navenda Jiyana Çalak a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin perwerde dibin, derbasî dersa Qurana Pîroz bûn. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî di çarçoveya projeya “Pola perwerdeya nirxan” de ji bo astengdaran, berî 2 mehan dest bi kursa Qurana Pîroz kir. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo wela
Astengdarên li Navenda Jiyana Çalak a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin perwerde dibin, derbasî dersa Qurana Pîroz bûn.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî di çarçoveya projeya “Pola perwerdeya nirxan” de ji bo astengdaran, berî 2 mehan dest bi kursa Qurana Pîroz kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatiyên xwedî pêdiviyên taybet ku dest bi dersa Quranê kirin li Navenda Jiyana Çalak çalakiyek li dar xist.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrulah Akyildiz, bi xwendekaran re têkilîyeke germ danî.
Bername bi nimayîşa “Hacîvat-Karagoz” bi dawî bû.
