Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Veguhastin û Binesazî

Li roja ewil a dibistanan otobûs ji bo xwendekaran belaş in

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di roja ewil a vekirina dibistanan de li navenda bajêr û navçeyên deranî wê ji bo xwendekaran xizmeta veguhestina giştî ya belaş pêşkêş bike. Serokatiya Daîreya Veguhestinê, ji ber destpêkirina sala nû ya perwerde û hînkirinê xebatek da destpêkirin da ku xwendekar bi awayekî rehet û ewle bigihihîjin dibistanên xwe.

Di vê çarçoveyê de, hemû wesayîtên veguhestina giştî yên Şaredariya Bajarê Mezin ku li navenda bajêr û navçeyên gundewarî xizmetê dikin, wê xwendekaran bi belaş veguhezînin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xwendekar, mamoste û dê û bavan sala nû ya perwerde û hînkirinê ya serketî û berhemdar xwest.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan