Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Lokala jinan a Bismilê jinan hembêz dike

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Bismilê navenda sporê û lokalek ji bo jinan vekir û xiste ber xizmetê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji aliyekî ve piştgiriyê dide ku jin bi destê xwe karibin debara xwe bikin û ji aliyê din ve ji bo jinan aktîvîteyên civakî çêdike.

Lokala jinan bi ser Serokatiya Daîreya Xizmeta Jinan û Malbatê ye, bi taybetî ji bo jinên ji gundan têne navçeyê da ku bêhna xwe lê vedin heta servîsa wan radibe, rola rawestgehekê dibîne.

Jin dikarin li vê lokalê pirtûkan bixwînin, sporê bikin, zarokên xwe deyin wirê, fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, ev xizmet tev bêpere ne.

Ji bo dayikên ji lokalê sûdê werdigirin xizmeta kreşê, ji bo dayik û bavê xwedî zarokên xwedî pêdiviyên taybet jî perwerdeya taybet heye.

Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ayşe Yildirim, serdana Lokala Jinan a Bismilê kir û bi jinan re rûnişt. Yildirim ji jinan re behsa xizmetguzariya lokalê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan