Ji DBB’yê serdana piştgiriya zarokên ku dermankirina losemiyê dibînin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di çarçoveya 2-8ê Mijdarê Hefteya Losemiyê de, serdaneke moral û piştgiriyê da zarokên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin. Tîmên ku kincên rengîn li xwe kiribûn, lîstokên darîn ên ku bi ked û destên xwendekarên astengdar hatibûn amadekirin, diyarî dan zarokan.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, di çarçoveya 2-8ê Mijdarê Hefteya Losemiyê de, serdana zarokên ku li Beşa Hematolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dermankirina losemiyê dibînin, kir. Di bernameyê de ku ji aliyê Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk a ku girêdayî Serokatiya Daîreyê ve hat organîzekirin, karmendên ku kincên rengîn li xwe kiribûn bi zarokan re hatin gel hev. Tîmên ku bi baldarî nêzî zarokan bûn, bi çalakiyên cihêreng moral dan wan.
Lîstokên ku kursiyerên astengdar amade kiribûn hatin diyarîkirin
Di serdanê de, lîstokên darîn û diyariyên cihêreng ên ku bi keda destên kursiyerên astengdar ên ku li Atolyeya Sêwiran û Jêhatîbûnê ya Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê perwerdeyê dibînin hatibûn amadekirin, dan zarokan.
Di çalakiyê de ku beşdariya kursiyerên astengdar a di nava hilberîn û jiyana civakî de jî diyar kir, berhemên destan ji bo armanca piştgirî û parvekirinê gihandin zarokan.
Armanc bilindkirina moral û motîvasyona wan bû
Bi vê çalakiyê re hate armanckirin ku zarokên ku dermankirina losemiyê dibînin di pêvajoyên dermankirinê de hîs nekin ku tenê ne û moral û motîvasyona wan bilind bibe. Di çarçoveya bernameyê de her wiha hate armanckirin ku hişyariya li ser losemiyê di nava civakê de bê xurtkirin.
