Mefer ji hefrîyata qaçax re tune
Şaredariya Bajarê Mezin, rê nade ku hefriyata qaçax ku zirara wê bo jîngehê hehe bête dakirin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, ji bo rêlibegirtina dakirinên neqanûnî yên hefrîyatê pergala HBYS’ê bi pêş xist û pê re saxtî û kontrolên xwe bêrawestan didomîne.
Ekîban, agahî wergirt ku li gundê Qerenaza Jorîn a bi ser Sûrê hefriyat bi awayekî neqanûnî hatiye darêtin lewra li deverê sekinî.
Danê êvarê ekîban wesayitên ku hefriyat darêt zeft kir û der barê xwediyên wan de kiryara qanûnî da destpêkirin û ceza birrî.
