Meha Adarê bajêr dê bi çand û hunerê bixemile
Şaredariya Bajarê Mezin, meha Adarê bernameyeke têrtijî ya çand û hunerê amade dike. Di bernameyê de ji şano û sînemayê heta gotûbêjên wêjeyî û konserên stranan dê bername hebin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bernameya xwe ya meha Adarê ya Çand û Hunerê aşkere kir. Bername bi şiara “Adar e Av Li Dar e” lê lidarxistin û serperiştiya van bernameyan ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî tê birêvebirin. Bermane dê li ser portalên civakî yên şaredariyê bi awayekî rastewxo bêne weşandin.
