Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî banga teserifa avê kir

“Em li Diyarbekirê seferberiya teserifa avê didin destpêkirin. Em dibêjin bila her welatî rojê 10 lître teserifa avê bike.” Gerînendeyê Giştî yê Kargêriya Avê û Kanalîzasyonan a Şaredariya Bajarê Mezin Firat Tutşî, ji bo bikaranîna avê ya demsala havînê û rêlibergirtina îsrafa wê ku dibe sebeba birr

“Em li Diyarbekirê seferberiya teserifa avê didin destpêkirin. Em dibêjin bila her welatî rojê 10 lître teserifa avê bike.”

Gerînendeyê Giştî yê Kargêriya Avê û Kanalîzasyonan a Şaredariya Bajarê Mezin Firat Tutşî, ji bo bikaranîna avê ya demsala havînê û rêlibergirtina îsrafa wê ku dibe sebeba birrîna vê banga teserifê li welatiyan kir.

Tutşî, di civîna çapameniyê a li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin de hin daxuyanî dan.

“Em rojane 305 hezar metrekup avê hildiberînin”

Tutşî got ku ew projeyan yek bi yok pêk tînin û Diyarbekir bi lez û bez bi pêş dikeve.

Tutşî diyar kir ku ew bi dezgehên parzinandinê, bi navendên vejandina enerjiye, depoyan, şebekeyan, bendavan aveke paqij û bi tendurist ji bo welatiyan terxan dikin.

Tutşî, weha axivî:

“Navendên dabînkirina ava paqij li gorî 3m3/sn hatin plansazkirin. Her roj rojane 285 hezar mertekup ava têt hilpeşkandinê. Nêzîğ 22 hezar metrekup avê jî em rojane ji kaniyên Gozelîyê hildidin. Ev herdu bi hev re rojane 305 hezar metrekup av dike. Em her roj vê ava paqij didin 327 hezra û 236 aboneyan ku beramberî nifûseke 1 milyon û 27 hezar û 435 kesî têt. Niha li gelek deverên cihanê mirov ava paqij bi dest naxin, em ji 6 bendavên xwe avê didin tevahiya parêzgehê. Welatê me di warê avê de dewlemend e.”

Tutşî, bi bîr xist ku 1-2 mehên havînê dinya gelek germ dibe, ji ber vê pirsgirêka avê çêdibe lewra bang li welatiyan kir ku zêde îsrafê nekin û got hema her welatî rojê 10 lître teserifa avê bike ev kêşeya me çareser dibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan