Mizgefta Qurşinî hat ronîkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, Mizgefta Qurşinî (Fatîh Paşa) ku yek ji sembolên bajarê Diyarbekirê ye, bi pergaleke taybet ronîdar kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe şûnwarên ku di warê turîzma baweriyê ya Diyarbekirê de xwedî giringiyekê ne ligel nirxên tarîxî û çandî derdixe pêş.
Mizgefta Qurşinî yek ji van nirxên baweriyê ye,li navçeya Sûra tarîxî ye û ji serdema Osmaniyan maye, ji bo reng û şiklê mizgeftê darîçav bibe xebata hawirsaziyê lê hate meşandin û mizgeftên li meydanê hatin ronîdarkirin.
Mizgefta Nasûh Paşa jî hate ronîkirin
Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, ji bo reng û dirûvê mîmarî yên Mizgefta Qurşinî û Mizgefta Nasûh Paşa bi şevê jî xuya bikin bi pergaleke taybet hatin ronîdarkirin.
Ekîbên Şaredariyê, bi xebateke hesas demeke kin xebata ser avahiyên dîrokî qedand.
Piştî ku xebata ronîkirinê bi dawî bû, Mizgefta Qurşinî û Mizgefta Nasûh Paşa bi şevê şewq didin û reng û rûberê Sûra tarîxî rewneqtir nîşan didin.
