Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Panela “Sê Stêrkên Rojhilatê” birêve çû

Bi malovaniya Walitîya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya bernameya “Baskên Rojhilatê” de palnela “Sê Stêrkên Rojhilatê” hate lidarxistin. Bi serkêşiya Wezareta Çand û Tırîzmê, bi hevkariya Walîtiya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin û Zanîngeha Dîjleyê bernameya “Baskên Rohilatê” bi

Bi malovaniya Walitîya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya bernameya “Baskên Rojhilatê” de palnela “Sê Stêrkên Rojhilatê” hate lidarxistin.

Bi serkêşiya Wezareta Çand û Tırîzmê, bi hevkariya Walîtiya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin û Zanîngeha Dîjleyê bernameya “Baskên Rohilatê” bi panelê dest pê kir.

Panela “Sê Stêrkên Rojhilatê” bi hevkariya Saziya Dîroka Tirkî û Zanîngeha Dîjleyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Panel li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîjleyê bi 3 rûniştinan birêve çû û tê de dîroknas û akademîsyenan der barê jiyan û berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de nirxandin kirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mîsbah Demîrcan ve hate kirin û hate gotin ku bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu, li bajêr di warê çandî û dîrokî de xebatên girîng têne meşandin.

Demircan bi bîr xist ku piştî Seda Çînê li ser astê cîhanê Sûrên herî mezin li vî bajarî ne û got, xebatên restorekirina van sûran bi pêjinkarî têne pêkanîn.

Demîrcan diyar kir ku li ser banga Walî Munîr Karaloglu ji bo nasandina 3 kesayetên girîng proje bi pêş xistine û weha axivî:

“Serê salê walîyê hêja ji Diyarbekirê deng kir: go ‘Kerem ke’. Wek wezaret me got, wî îsal Diyarbekir wek sala Feqiyê Teyran ragihand. Me got, nexwe em Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî deynin teniştê û vê bernameyê bi hev re li dar bixin. Vê heyamê TRT fîlma Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî kişand, ev xebata wan salekê kişand. Destxweşiyê li TRTê dikim.”

“Em ê mohrekê li dîrokê bixin”

Walî Munîr Karaloglu jî diyar kir ku di warê çandî û dîrokî de gelek giring e ku bi xebatekê em van her 3 şakaran tînin cem hev.

Karaloglu, weha axivî:

“Xebatên zanistî, teblixên ku dê ji vê derê berceste bibin wek Şaredariya Bajarê Mezin em ê hem bi kurdî hem jî bi tirkî çap bikin. Em ê mohrekê li binê tarîxê bidin. Ji ber lidarxistina vê bernameya “Baskên Rojhilatê” ez spasiyên xwe li hêja Wezîrê Çand û Turîzmê û Cîgirê Wezîr dikim.”

Rektorê Zanîngeha Dîjleyê Prod. Dr. Mehmet Karakoç, Serokê Saziya Dîroka Tirkî Prof. Dr. Bîrol Çetîn û hin akademîsyenan di bernameyê de axaftin kirin û Rawêjkara Serokomariyê Gulşen Orhan, Midûrê Giştî yê Pirtûkxa û Çapxaneyên Wezareta Çand û Turîzmê Alî Odabaş, beşdarên netewî û navneteweyî di bernameyê de amade bûn.

Gotarên ku dê bêne pêşkêşkirin bi dû re dê wek pirtûk bên weşandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan