Pêşangeha Anadoluya Tijî Raz hate pêşandan
Pêşangeha wêneyan Anadoluya Tijî Raz ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate pêşandan, hate vekirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin bernameyên xwe di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de didomîne.
Pêşangeh li Galerya Hunerî ya Dêra Saint George ya li Keleha Navîn bi beşdariya parlamenter û alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, parlamenter Mehdî Eker, Ebubekir Bal, Walî Munîr Karaloglu hate vekirin.
Di pêşangehê de 120 wêneyên Resul Çelik ku li 7 herêmên Tirkiyê li 81 bajaran girtine, ligel dîmenên dîrokî û wêneyên bijarte cih digirin.
Çelik, aşkere kir ku kesên tên serdana pêşangehê dê wêneyên ji hemû herêmên Tirkiyeyê tê de bibînin.
Pêşangeh, dê di tevahiya meha rojîyê de ji bo hunerhezan vekirî be.
