Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Pira çandî ya di navbera Amed û Hannoverê de

Di çarçoveya Projeya Hevkariya Çandî de ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Hannoverê û Ma Muzîkê ve tê meşandin, heyetek ji Amedê çû Hannoverê. Di çarçoveya bernameyê de armanc ew e ku di warê perwerdehiya muzîkê û xebatên atolyeyê de nûnerên her du bajaran hevkariyên nû pêşve bibin.

Di çarçoveya Projeya Hevkariya Çandî de ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Hannoverê û Ma Muzîkê ve tê meşandin, Amed xebatên xwe yên ji bo xurtkirina têkiliyên çandî yên di navbera Amed û Hannoverê de didomîne. Di çarçoveya bernameyê de ku di navbera 8-16ê Îlona 2026an de tê lidarxistin, heyetek ji Amedê çû Hannoverê. Di bernameyê de amadekarî û provayên xebata taqima hevpar a ku dê di navbera her du bajaran de bê kirin, dewam dikin.

Hevkariya di navbera saziyên muzîkê de dê pêşve biçe

Di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku di navbera Dibistana Muzîkê ya Hannoverê, Konservatuwara Bajêr a Aram Tîgran û Ma Muzîkê de parvekirina ezmûna hevdu ya di warê perwerdehiya muzîkê û xebatên atolyeyê de zêde bibe. Bi bernameyên guhertinê yên ku tê armanckirin di navbera saziyan de bên pêkanîn, armanc ew e ku xebatên hevpar ên di warê muzîkê de bên pirrengîkiririn.

Bi xebata taqima hevpar re, derfet tê dayîn ku muzîkvan û saziyên muzîkê yên ji her du bajaran werin cem hev û hilberîneke hevpar pêk bînin, her wiha armanc ew e ku ezmûnên di çarçoveya projeyê de hatine bidestxistin di paşerojê de jî tevkariyê li xebatên ku bên lidarxistin bikin.

Parvekirina ezmûnê di warê çand û hunerê de

Heyeta Amedê ku ji aliyê Cîgira Şaredarê Hannoverê Monica Plate ve hate pêşwazîkirin, di çarçoveya serdanê de cihên çandî û dîrokî yên bajêr jî geriyan. Di hevdîtinan de pêşvebirina têkiliyên çandî yên di navbera her du bajaran de, pirrengîkirina xebatên hevpar ên di warê muzîkê de û zêdekirina parvekirina ezmûna hevdu hatin gotûbêjkirin.

Plate kêfxweşiya xwe ya ji ber hevkariya çandî ya di navbera Amed û Hannoverê de anî ziman û piştgiriya xwe ya ji bo pêkanîna xebatên hevpar ên zêdetir di paşerojê de di navbera her du bajaran de diyar kir.

Hilberîna hevpar û hevkariya mayînde tê armanckirin

Bi Projeya Hevkariya Çandî re armanc ew e ku di serî de muzîk, di warên çand û hunerê de di navbera Amed û Hannoverê de derfetên fêrbûna hevdu, parvekirina ezmûnê û hilberîna hevpar bên pêşvebirin. Armanc ew e ku xebatên ku di çarçoveya projeyê de bên meşandin zemînekê ji bo hevkariyên mayînde re amade bikin û tevkariyê li xurtkirina têkiliyên çandî yên di navbera her du bajaran de bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan