Pirsgirêka ava gundan bi vedana biran tê çareserkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî navenda bajêr lig undan jî ji bo pirsgirêka wan a avê çareser bike bi sondajê bîra vedide.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo pirsgirêka avê ya taxên veder û gundan çareser bike xebatên xwe didomîne.
DÎSKÎ, ji bo pirsgirêka avê ya gundan çareser bike xebatên jeofizik dimeşîne û di encamê de li deverên qelîteya avê baş sondajên bîrê vedide.
DÎSKÎ, li gundê Boran ê nifûsa wê 500 û bi ser navçeya Yenîşehrê ji bo pirsgirêka avê çareser bike xebatên vedana bîrê didomîne, bîr 390 metre kûr hatiye vedan.
Qeymaqamê Yenîşehrê Murat Beşîkçî û Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebatên vedana bîrê seh kirin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, diyar kir ku sondaja bîrên ava vexwarinê û ava bo avdana di şertên giran de tê meşandin.
Tutşî, destnîşan kir ku ev xebata sondajê 28 gundan li xwe digire û got ku bi saya vedana bîran qelîteya avê zêdetir dibe.
