Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Pirsgirêka avê ya Banîya Karazê tê çareserkirin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), pirsgirêka avê ya gundê Banî yê bi ser Karazê çareser dike. DÎSKÎyê, ji bo pirsgirêka avê çareser bike xeta peşkînîna avê ya 2 hezar û 54 metir dirêj ava kir. DÎSKÎyê, ji bo çareserkiirna pirsgirêka avê ya gundê Banî ku ev

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), pirsgirêka avê ya gundê Banî yê bi ser Karazê çareser dike.

DÎSKÎyê, ji bo pirsgirêka avê çareser bike xeta peşkînîna avê ya 2 hezar û 54 metir dirêj ava kir.

DÎSKÎyê, ji bo çareserkiirna pirsgirêka avê ya gundê Banî ku ev demeke dirêj e berdewam dike, zend û bend şidandin.

Ekîban, li navçeya Karazê gundê Banî ku 109 xane ye û nifûsa wî 445 e xeta avê ya 2 hezar û 54 metir dirêj danî.

DÎSKÎya ku karê cîbicîkirina boriyan qedand, ji bo çêkirina girêdanên aboneyên nav gundî, elektrîk û xebatên mekanik berdewam e.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebat saxtî kirin û goti ew hewl didin pirsgirêka avê li gund û taxên veder çareser bikin.

“Bila bax û bîstan bi ava vexwarinê neyên avdan”

Tutşî, diyar kir ku ji bo karibin xizmeteke baştir li gundan bikin çêtir girêdana abonetiyê bête çêkirin û got, ji bo av bigihêje her kesê divê avdana zevî û bîstanan bi ava vexwarinê neyê kirin û ji bo vê hişyarî kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan