Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Karên Teknîkî

Pirtûkxaneya Medyayê ket ber xizmeta gel

Pirtûkxaneya Medyayê ku li navçeya Peyasê li ser qada 490 metrekareyan hat avakirin, nêzî 110 xwendekar di heman demê de dikarin jê sûd werbigirin, xwedî kafe û 4 odeyên xebata komî yên ji bo xebata bi deng e, ket ber xizmeta welatiyan. Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay axivîn û diyar kirin ku ew ê van qadên wiha zêde bikin.

Pirtûkxaneya Medyayê ku bingeha wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li taxa Medyayê ya navçeya Peyasê hatibû avêtin û çêkirina wê qediyabû, hat vekirin. Di merasîma vekirina pirtûkxaneya ku ket xizmeta gel de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, Hevberdevkên DBBê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, endamên meclisê, parlamenter, Sekreterê Giştî yê DBBê Serdar Bakiroglu, Alîkarên Sekreterê Giştî, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civaka mevilî û xwendekar amade bûn.

Hevşaredar Ay: Weke DBB em di hişmendiya vê erka xwe de ne

Hevşaredarê Bajarê Mezin Emîn Ay di merasîma vekirinê de axivî û destnîşan kir ku ji bo civak û meletekî veberhênana herî mezin û bingehîn perwerde ye û got: “Bê perwerde, di vê serdemê de ti civak nikare pêşkeftina xwe pêk bîne û li nav civakên cîhanê bigehîje asta pêwîst. Perwerde gava xwe ya yekem di dibistana malê de, anku li cem dê û bav dide destpêkirin; paşê gav bi gav qonaxên mufredata fermî dest pê dikin. Em dizanin ku mirov tenê bi mufredata fermî bi hêsanî nikare bigehîje armancên xwe. Armanca perwerdeyê divê têgihîştina zanistê be. Weke Şaredariya Bajarê Mezin em di hişmendiya vê erka xwe de ne.”

Hevşaredar Ay diyar kir ku ew ê bêhtir pirtûkxaneyan vekin û destnîşan kir ku bi armanca ku ciwan di van cih û mekanan de xwe rehet hîs bikin, bixwînin, diyalogan deynin û li ser zanistê peywendiyan pêş bixin dê qadên nû ava bikin û daxwaz kir ku pirtûkxane ji bo herkesî bibe sedema xêrê.

Hevşaredar Bucak: Em ê hewldanên xwe berdewam bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî di vekirinê de axivî û spasiya karkerên şaredariyê yên di çêkirina pirtûkxaneyê de keda wan heye, yên pêşniyar pêşkêş kirine û muxtarê Taxa Medyayê ku pêvajoyê ji nêz ve daxuyandiye kir.

Hevşaredar Bucak diyar kir ku Amed bi çar navçeyên navendî û bi giştî bi 17 navçeyên xwe pir mezin bûye, lê hejmara pirtûkxaneyan di navçeyên navendî de kêm e û wiha got: “Mezin an piçûk cûda nake, bi awayekî yên me ne, aîdî me ne, qadên otorparkê yên ku ji me re hatine hiştin, qadên cuda yên îmarê, piçûk an mezin cûda nake, em ê ji bo ku van cihan binirxînin û bixin xizmeta civak û gelê xwe, ji vir wêdetir jî hewl bidin.”

Hevşaredar Bucak bal kişand ser nedekhevî û pirsgirêkên avahîsaziyê yên di perwerdeyê de û destnîşan kir ku ew weke rêveberiyên herêmî parçeyekî çareseriyê ne. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ji bo hevkariyên saziyên giştî—di serî de Perwerdeya Neteweyî—û civaka mevilî vekirî ne û anî ziman ku ev hevkarî dê ji bo zarok, ciwan û jinên bajêr bi sûd bin.

‘Me qada otoparkê ya berdayî weke pirtûkxane nirxand’

Hevşaredar Bucak zelalî anî ser rexneyên di medya civakî de yên weke “Lê çima li Peyasê pirtûkxane tê çêkirin?” û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hevalên hêja, vir qadeke otoparkê bû ku ji me re, ji şaredariya me re hatibû hiştin. Ew qada otoparkê di dema xwe de li Şehitlikê ji me re hatibû hiştin, me ê li wê derê çêbikira; li Rezanê hatibû hiştin, me ê li wê derê çêbikira. Heke me vir nenirxandibûya ji baweriya min re ewle bin, dibe ku hin saziyên giştî, saziyên têkildarî îmar û avadaniyê bi xwestekeke din vir ji destê me biwergirtana û bigehiştana formulasyona ku me nexwestibû. Ji baweriya min re ewle bin, em bi perspektîfeke wiha li van cihan dinêrin ku her tiştê li bajêr ê me ye, di destê me de bimîne, bi perspektîfa me şekil bigire û bi beşdarbûna we bibe xwedî avahiyekê û bê ava kirin.”

‘Em ê xebatên xwe bixin pratîkê’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji du qadên ku li Peyasê bi vî rengî hatine bikaranîn yek ev pirtûkxane ye û ya din jî Navenda Jiyana Jinan a Mahabadê ye ku dê di nêz de vekirina wê bê kirin, û mizgînî da ku xebatên li herêmên din ên bajêr jî dê di çarçoveya plana xebatê ya sala 2027an de werin xistin pratîkê.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Mehmet Kamaç jî spasiya yên di vekirina pirtûkxaneyê de keda wan heye kir û daxwaz kir ku ev mekan ji bo civak û paşerojê bibe hafızeyek.

Vekirina pirtûkxaneyê hat kirin

Piştî axaftinan, Hevşaredaran û heyeta bi wan re qurdela birîn û vekirina pirtûkxaneyê pêk anîn. Hevşaredaran paşê pirtûkxane geriyan û bi xwendekaran re sohbet kirin.

Derbarê Pirtûkxane û Salona Xebatê ya Medyayê de

Tesiya ku li navçeya Peyasê li ser qada 490 metrekareyan hat ava kirin, armanc dike ku gehiştina zarok û ciwanan a ji bo pirtûk, zanist û derfetên perwerdeyê hêsan bike. Di nav mekan de qada xebatê ku nêzî 110 xwendekar di heman demê de dikarin jê sûd werbigirin, 4 odeyên xebata komî ku ji bo xebata bi deng guncan in, odeya xebata yek-bi-yek, pirtûkxane û kafe cî digirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan