Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Pisîk sezaryen kir û bi xwedî kir

Navenda Sexbêrî û Rehabîlîtasyona Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin, dibeze hawara can dostên me yên li kuçe û kolanan mane. Ekîbên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê li ser giliyekî ji ALO 153’ê re hatî pisîkek ku nikaribû têjika xwe bîne dinyayê anî Navenda Sexbêrî û Rehabîlîtasyona Heywan

Navenda Sexbêrî û Rehabîlîtasyona Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin, dibeze hawara can dostên me yên li kuçe û kolanan mane.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê li ser giliyekî ji ALO 153’ê re hatî pisîkek ku nikaribû têjika xwe bîne dinyayê anî Navenda Sexbêrî û Rehabîlîtasyona Heywanan. Pisîka ku nikaribû têjika xwe bîne dinyayê, bi sezaryenê hate emelîyatkirin.

Piştî têjika pisîkê hat zayîn li Navenda Sexbêrî û Rehabîlîtasyona Heywanan hate ragirtin û paşê welatiyek xwedîtî lê kir û pisîk bire mala xwe.

Ji bo tedawiya can dostan xwedî derfet e

Navenda nû ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî ve bi awayekî modern hatiye çêkirin, li ser 17 hezar û 54 kîlometrekareyê avahiyeke xwedî teknolojî û cîhazên pêşketî ligel amalîyatxane û taqîgehekê dixe ber xizmeta heywanan.

Di beşa taqîgehê de karûbarên ultrason, xwîngirtin û rêntgenê dikarin bêne kirin, li navendê 51 holikên kûçikan, malikên pisîkan, stargehên dewaran û avahiyên kargêriyê cih digirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan