Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Promîyera lîstika “Benûsenê” hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin bi hevkariya Şanoya Ferah a Stenbolê lîstika “Efsaneya Benûsena Sûrên Diyarbekirê” derxist pêş şanohezan. Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên Sedema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de xebatên xwe didomîne. Lîstika “Efsaneya Benûsena Sûrên Diyarbekirê” bi hevkariya

Şaredariya Bajarê Mezin bi hevkariya Şanoya Ferah a Stenbolê lîstika “Efsaneya Benûsena Sûrên Diyarbekirê” derxist pêş şanohezan.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên Sedema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de xebatên xwe didomîne.

Lîstika “Efsaneya Benûsena Sûrên Diyarbekirê” bi hevkariya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî û Şanoya Ferah a Stenbolê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate pêşandan.

Lîstik bi pêşandanên folklorik eleqeyeke mezin ji şanohezan dît û bi efektên ronahî û dengê xwe dîmeneke nuwaze derxist pêş.

Lîstika şanoyê bi anîmasyoneke sêberî ku bi dekora sûr û Çiyayê Qerejdaxê pêşkêşî bîneran hate kirin pir hate ecibandin.

Fahrunnisa Kazan hatibû pêş şanoyê, got ku performansa ekîba şanoyê pêl li lîstikê xistiye.

Kazan, diyar kir ku wê bi kêfxweşî şano temaşe kiriye û weha axivî:

“Efektên dîjîtal gelek zindî bûn, dansa xistî navberê lîstik dewlementtir kiriye û rengê Diyarbekirê dayê. Diyarbekir bi aliyê xwe yê çandî, cografî, mîmarî û civakî gelek rind xistiye nav şanoyê. Gava hûn li kuçeyên Amedê bigerin çi xweşîyê bide we gava li vê lîstikê temaşe bikî jî heman çêj daye.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan