Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak û Ay beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî polîtîkayên qeyûman bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, li ser salvegera tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû organîzekirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dawî li pêkanîna qeyûman bê anîn û xweseriya demokratîk a rêveberiyên cihwarî were misogerkirin.

Li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ve li ser salvegera tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan daxuyaniyeka çapemeniyê hate lidarxistin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Yunus Muratakan, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajarê Amedê Ruçem Vefa Elyakut û Ahmet Dogan, hevserokên şaredariyan ên Mêrdîn, Wan, Êlih û Sêrtê yên ku ji kar hatine bidûrxistin, parlamenterên DEM Partiyê, hevserokên şaredariyan ên navçeyan, Hevberdevkên Meclisa ŞBM Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn û endamên meclisê tevlî daxuyaniyê bûn.

‘Divê vîna gel bê naskirin’

Hevseroka Şaredariya Êlihê ya ku qeyûm li şûna wê hat danîn Gulan Sonuk, di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên qeyûman 10 sal in dewam dikin û got ku bi qeyûman re qeyranên aborî, civakî û siyasî derketine holê.

Sonuk wiha got: “Heke dewlet bixwaze aştiyekê ava bike, divê gavên berbiçav biavêje. Divê qeyûman rake. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, divê vîna gelê kurd bê naskirin û destdirêjiya li ser wê bi dawî bibe.”

‘Binpêkirina mafê hilbijartin û hatine hilbijartin e’

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Yunus Muratakan jî diyar kir ku polîtîkaya qeyûman binpêkirineke aşkere ya mafê gel ê hilbijartin û hatine hilbijartin e. Muratakan anî ziman ku danîna qeyûman ne tenê mudaxeleyeke li dijî şaredariyan e, her wiha ev mudaxeleyek e li dijî destkeftiyên demokratîk, rêxistina civakî, ziman û çanda gelê kurd.

Hat xwestin ku dawî li danîna qeyûman bê anîn

Di daxuyaniyan de bang hat kirin ku demildest dawî li pêkanîna qeyûman bê anîn û hate xwestin ku xweseriya demokratîk a rêveberiyên cihwarî û mafê gel ê tevlêbûna rasterast a rêveberiyê were misogerkirin.

Di daxuyaniyan de daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, çand, huner û stendina xizmetê hate kirin; hate diyarkirin ku divê saziyên jinan, navendên çandî, saziyên zimanê zikmakî û mekanîzmayên tevlêbûna demokratîk ên gel ên di dema qeyûman de hatine girtin, ji nû ve bên vekirin.

Wekî din, hat xwestin ku zextên li ser saziyên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û qada siyaseta demokratîk bi dawî bibin, û karûbarên li ser çavkanî, malên bêdeng û malên giştî yên şaredariyan di dema qeyûman de bi awayekî şefaf bên lêkolînkirin û hesabê çavkaniyên gel were pirsîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan