Rêka Taxa Kopru ya Bîsmîlê tê çêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bit alîmata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, dest bi çêkirina rêya Gundê Pirê (Köprü) kir. Ji ber rabûna ava Bendava Ilısuyê rêya gund di bin avê de maye lewra rêyeke nû ji bo gundê Pirê tê çê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bit alîmata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, dest bi çêkirina rêya Gundê Pirê (Köprü) kir. Ji ber rabûna ava Bendava Ilısuyê rêya gund di bin avê de maye lewra rêyeke nû ji bo gundê Pirê tê çê kirin. Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Kordînasyona Binesaziyê dest bi darêştina hîmê rêya gundê Kopru kir. Rê 3,5 kîlometir dirêj e, piştî darêştina binraxê rê dê asfalta rê bête danîn.
Bi duristbûna rêua gund re êdî welatiyên vî gundî dê bikaribin bi rehetî hatinûçûna xwe ji gund bo deverên din û ji deverên din bo gund pêk bînin.
