Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rêyên gundan yek bi yek tên çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li gundên bi ser 17 navçeyan bi armanca çêkirina 1200 km rê xebata xwe ya ziftkirina rêyan dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên xwe yên çêkirina rê û rêbaran li navenda bajêr û navçeyan bi hemû leza xwe didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, di plansaziya 2021’ê de wek hedef 1200 km rêya gundan dabû ber xwe, bi mebestê rêyên gundên Çunguş û Peyasê ji sedî 90 qedandine û xebat li ser rêya gundên Erqenî, Çermûg, Henê, Pasûr, Bîsmîl, Farqîn û Çinarê bêrawestan berdewam dike.

Ekîban, bi mebesta rêya gundan bo hatûçûnê xweştir be meha Adarê ve xebat daye destpêkirin, ji bo vê yekê li rêya gundên bi ser 17 navçeyan xebata binaxe, hîm, stabîlîze, dagirtin, menfez, firehkirina rêyan, xemilandin û darêtina bûzan berdewam dike.

Ji bo hatûçûna di van rêyan de rehet û bêkêmasî be ekîbên Şaredariyê firehiya rêyan a 5,5 metir heta 7 metirê fireh dike.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu der barê xebatê de weha got, “Em ê Diyarbekirê bikin warekî ku her kes hêsantir bikarine xwe bigihînê. Em rêyan yeko yeko çêdikin. Xebatên me ji navendê bo gundan bêrawestan têne kirin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan