Rojên ezmûna YKS’ê otobûs belaş e
Şaredariya Bajarê Mezin, dawiya vê hefteyê ji bo xwendekarên dê bikevin ezmûna YKSê dê xizmeta otobûsan bêpere bi encam bide. Şaredariya Bajarê Mezin, biryar da ku ji bo ezmûnên TYT û AYT ku dê 18-19ê hezîranê de bêne kirin xizmeta komguhêziyê ji bo xwebdekaran bê pere pêk bîne. Serokatiya Daîreya V
Şaredariya Bajarê Mezin, dawiya vê hefteyê ji bo xwendekarên dê bikevin ezmûna YKSê dê xizmeta otobûsan bêpere bi encam bide.
Şaredariya Bajarê Mezin, biryar da ku ji bo ezmûnên TYT û AYT ku dê 18-19ê hezîranê de bêne kirin xizmeta komguhêziyê ji bo xwebdekaran bê pere pêk bîne.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, li gorî biryarê dema siwariyê ku xwendekar belgeya têketina ezmûnê nîşan bidin dê ji wan tu pere daxwaz nekin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar di hatin û çûna ezmûnê de çi tengasiyan nekêşin 18-19ê hezîranê dê bi kapasîteya bilind bixebite.
Gerînendetiyên nifûsê dê vekirî bin
Her weha walîtiyê daxuyand ku gerînendetiyên nifûsê yên navçeya Baglar, Bismil, Erxenî, Peyas, Farqîn, Sûr û Yenîşehrê 18ê hezîranê saet ji 07.00- 17.00ê û 19ê hezîranê jî ji saet 07.00 heta 15.30ê dê vekirî bin.
Kesên nasname an jî belgeya têketina ezmûnê winda kiribe dê “belgeya nasnameyê ya demdemî” bête derxistin.
