Şaredarî, 1 milyon 250 hezar kulîlkan li navbirên rêyan diçîne
Şaredariya Bajarê Mezin, salê wek du demsalan kulîlkan li refûjên rêyan, park û baxçeyên bajêr diçîne, niha demsala kulîlkên havine xilas bû, dora kulîlkên zivistanê ye, Şaredarî 1 milyon 250 hezar kulîlkên zivistanê li navbirên rêyan diçîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên peyzajê, refûjên rêyan û parkan didomîne, di vê çarçoveyê de Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan dest bi çandina kulîlkên demsala zivistanê kir.
Di vê çarçoveyê de 400 hezar binevşên zer, sor û mor, 600 hezar kelemên rewşê, 200 hezar lale û 50 hezar gulan li deverên cuda cuda yên bajêr diçîne.
Bi çandina kulîlkan park, baxçe, refûjên rêyan dê bi kulîlkên rengo rengo bixemile.
