Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî alîkariya erzaqî bi Elezîzê re dike

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî erdheja li Elezîzê qewimî kolîyên 10 celeb xwerek û zexîreyê tê de heye ji bo bigihînin mexdûrên erdhej û zelzele bo Elezîzê şandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî erdheja li Elezîzê zend û bend badan û hawara piştgiriyê bo mexdûran da destpêkirin. Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hawara mexdûrên erdhejê kolî amade kirin û di koliyan de fasûlî, ar, ceh, şehriye, nîsk, nok, savar, birinc, rûnê Ayçîçekê, şekir, doşava bacanan û meqirne heye û kolî ji Elezîzê re hatin şandin.

Bi erdhejê re bi serperiştiya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di serî de xebatên rizgarkirina li meydanî, Şaredariya Bajarê Mezin, di hawara qurbaniyên erdhejê çû û ji bo wan destê alîkariya starekirinê û xwerekî dirêj kir. Şaredariyê li Taxa Gezînê ya bi ser Madena Elezîzê Aşxaneya Gerok a bo 5 hezar kesî xist ber xizmetê û liv ir sê danan xwarina germ li mexdûran belva kir. Her weha Şaredariyê tesîsên xwe yên vir bo mexdûran vekirin û 100 kes kirin mêvan. Şaredarî bi hawar û alîkariya bo mexdûrên zelzelê berdewam e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan