Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî aşê 200 salî restore dike

Şaredariya Bajarê Mezin, aşekî ku têt texmînkirin 200 sal raboriya wî heye restore dike û dixe ber xizmeta turîzmê Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo nirxên dîrokî û çandî bixe ber xizmeta nifşên dahatûyê xebatên xwe didomîne, niha aşekî tê texmînkirin dawiya sedsala 18an û serê sedsala 19an hatiye çêki

Şaredariya Bajarê Mezin, aşekî ku têt texmînkirin 200 sal raboriya wî heye restore dike û dixe ber xizmeta turîzmê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo nirxên dîrokî û çandî bixe ber xizmeta nifşên dahatûyê xebatên xwe didomîne, niha aşekî tê texmînkirin dawiya sedsala 18an û serê sedsala 19an hatiye çêkirin û li navçeya Sûrê ya tarîxî ye, dîsa vedijîne.

Aş, aydê Şaredariay Bajarê Mezin e, meha Mijadar 2021ê restorekirina wî dets pê kiriye û tê çaverêkirin aş di Tebaxa 2022ê de amade bibe.

Wekî berê av aş dê bi ava ji çiyayê Qerejdaxê têt û di bin Mizgefta Hezretî Sileman re derbas bibe bête xebitandin û wekî berê dê li vî aşî genim bête hêran û ji xelkê re bibe arvan.

Ardê li vî aşî tê hêran dê li tenûra li baxçeyê aşî bête pahtin û wek nan bête amadekirin.

Ev nan, dê li bufe û dezgehên civakî yên şaredariya bajarê mezin bikeve ber xizmeta welatiyan.

Welatiyên ku tên serdana aşê dîrokî, dê li pêş dîmena şetê Dîjleyê û Baxçeyê Hewselê rûnin û ji xwe re nanê germ bixwin, çayê pê re vexwin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan