Şaredarî bi hawara Artvînê rabû
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber rabûna lehîyê wesayit û xebatkar di hawara bajarê Artvînê de şandin.
Gerînendetiya Giştî ya Karûbarên Kanalîzasyon û Avê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji Artvîna ku lehî lê rabû û hetmeyê lêxist ji bo alîkariyê vîdanjor, wesayita alîkariyê û 8 karmend şandin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatkarên ku dê biçin Artvînê duh verê kirinç
Tutşî, daxwaza saxî û silametiyê ji bo şêniyên bajarê Artvîn û Rîzeyê kir û weha got:
“Bi talîmata rêzdar Walî Munîr Karaloglu em dixwazin hindik be jî birîna gelê Artvînê bipêçin. Em ji bo di hawara lehîzedeyan rabin ekîbeke DÎSKÎyê dişînin vî bajarî. Xweda welatê me ji karesatan biparêze. Em ligel hevalên xwe silavên gelê Diyarbekirê ji gelê Artvînê re dişînin.”
