Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bi hawara Îzmîrê rabû

Li bajarê Îzmîrê erdhejek bi tundiya 6.6 pêk hat, Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu zend û bend şidandin û aşxaneyek gerîde şande bajêr. Ev aşxane ji bo 5 hezar kesî xwraina germ dikelîne û li mexdûran belav dike.

Li bajarê Îzmîrê di 30’ê cotmehê saet di 14.51’ê de erdhejek bi tundiya 6.6 pêk hat, Şaredariya Bajarê Mezin bi daxwaza Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu zend û bendê xwe badan û Serokatiya Daîreya Agirkujiyê xwe gihand cihê erdhejê. Ekîba rizgarkirina ya ji 10 kesî, duh bi balafira leşkerî xwe gihand Îzmîrê û ligel ekîbên dîtir dest bi xebatên rizgarkirinê kir.

Ekîbên şaredariyê di xebatên rizgarkirinê de kar dikin

Ekîbên rizgarkirinê yên bi ser Serokatiya Daîreya Agirkujiyê di xebatên li Bayrakliyê de cihê xwe girt. Ligel vê ekîbê, cîhazek pêdîtinê, cîhazek pêguhdarkirina sîsmîk, setên tahkîmatê, jenerator, amûrên birrîn û jevkirinê, 2 hîltî, projektora ronîkirinê heye û bi van haletên xwe hewl didin di bin xirbeyan de xwe bigihînin hawara şêniyan.

Xwarina germ didin 5 hezar kesî

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwarina germ bigihîne şêniyên di erdhejê de mala wan hilweşiyaye û li derve mane, aşxaneya gerîde ya şaredariyê şande Îzmîrê. Aşxaneya gerîde li herêma erdhehê bi serperiştiya AFAD’ê dest pê kir xwarina ger mli welatiyan belav dike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan