Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bi hewara pîr û kalan radibe

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 18-24’ê Adarê Hefteya Pîr û Kalan pîrozbahiya şêniyên di ser 65 saliyê de kir û xwe gihande hawara wan.

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya 18-24’ê Adarê Hefteya Pîr û Kalan bûn mêvanên mala welatiyên di ser 65 saliyê de. Di seredanê de ekîban daxwaz û pirsgirêkên pîr û kalan guhdarî kirin û diyarî danê.

Bi mebesta vê hefteyê, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz serdana malên pîr û kalan kir û der barê projeyên şaredariyê yên ji bo pîr u kalan de agahî bi wan re parve kirin.

Akyildiz, di seredana xwe de, qoliyên tijî kelûpelên xwarinê tê de ne, li pîr û kalan belav kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan