Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bi pergalekê rê li ber darêtina hefrîyata qaçax digire

Şaredariya Bajarê Mezin, bi Pergala Zanista Rêveberiya Hefrîyatê ku bi teknolojiyeke bilind tê bikaranîn dê rê li ber gemariya jîngehê bigire.

Serokatiya Beşa Parastin û Kontrola Jîngehê, bi mebesta hefrîyata bêserober li bajêr tê darêtin xilas bibe Pergala Zanista Rêveberiya Hefrîyatê saz kir.

Ji bo sazkirina vê pergalê 20 pisporên firmaya damezrîner li Şaredariya Bajarê Mezin 2 rojan perwredeya têkildarî mijarê da 25 karmendan. Karmendên Şaredariya Bajarê Mezin û 4 navçeyên navendî di perwerdeyê amade bûn û di encamê de hemû karûbarên hefrîyatê dê li ser otomasyoneke hevbeş bê meşandin.

Wesayitên ku hefrîyatê hilgirin dê di çarçoveya rêgeznameya Wezareta Jîngehê de serlêdana xwe li Şaredariya Bajarê Mezin bike.

Di encama serlêdanê de wesayitên belgeta barhildanê digirin, dê di çarçoveya pergalê de cîhazên GPS û sensorên damperan pê ve bikin.

Bi saya vê pergalê êdî dê rê li ber bê girtin ku hefrîyat li deverên qaçax bê darêtin û ji bilî rêgeha destnîşankirî ev wesayit dê bikaribin karê barguhastinê bînin cih.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan