Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bi vekirin û firehkirina rêyan mijûl e

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ku welatî çêtir karibin hatûçûna xwe pêk bînin, bi xebatên çêkirina rêyên nû û firehkirina wan berdewam e.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Serperiştiya Binesaziyê, bi mebesta ku welatî li nava bajêr hêsantir hatûçûna xwe bi endam bidin û hatûçûna trafîkê siviktir bibe bêrawestan xizmetguzariyê dike.

Ekîb, li ser devera 50 metrî ya navbera rêya Elezîz û rêya Rihayê çêke, bulvarên Diclekent, Mezopotamya, û cadeyên Siwêreg, Evrim Alataş, Mastfiroş û Abdulkadir Aksu bi xebata çaksazî, firehkirin û vekirina rêyan berdewam in.

Ekîb, li navçeya Peyasê li deverên şûnwariya nû jî xebatên xwe didomîne, li ser 1 bulvara nû û 2 rêyên girêdanê, xebata dagirtin, qîrkirin û danîna peyarêkan dimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di hatûçûna trafîkê de kêmasî çênebin xebata li ser Cadeya Evrim Alataşê a li Baglarê dabeşî etapan kiriye.

Ekîban, etaba ewil a xebatê bi encam kir û da ber xizmeta xelkê, di etaba duyê de xebat bi ser girtin û dest bi dakirina qîra germ a li nav rê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan