Şaredarî bo deynên xwe hêsankariyê dike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi çarçoveya qanûna dabînkirina deynan a hejmar 7326 a di 09.06.2021’ê de kete merîyetê, serlêdanên bo deynan ên welatiyan werdigire û wan ji nû ve dabîn dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya vê qanûna nû de, ji bo welatiyên ku deynê şaredariyê li wan jeye hêsankariyê dike û hin bijarteyên cuda cuda dide ber wan.
Taybetiya herî mezin a vê Qanûna Dabînkirinê ew e ku ji bo Cezayên Pereyî yên Kargêriyê derfeta dabeşkirina deynan dide ber wan. Li gorî vê derfetê, heke welatî vî deynê xwe pêşîn bidin, vê carê ji sedî 25 ji deynê wan re daşikandin tê kirin.
