Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bo zarokan dibistanên sporê datîne

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên di navbera 8-14 salî de bi 17 branşan dibistanên sporê vedike û dibistan dê 12 mehan berdewam bin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê, ji bo zarokan dibistanên sporê yên bêpere vedike. Dibistan dê tevahiya salê berdewam bin û tê de atletizm, basketbol, jimnastik, hokeya mêrgê, dart, futbol, gulaş, hentbol, judo, karate, kicks-boks, tenîsa kortê, tenîsa maseyê, kişik, taekwondo, voleybol û melevanî hebe.

Rahênan dê ji aliyê rahênerên pispor ve bêne dayîn û zarokên di navbera 8-14 salî dikarin jê sûdê werbigirin. Berê divê beşdar qeyda xwe bikin û paşê rahênan dest pê dikin û dibistan dê tevahiya salê bidome.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan